Hat îfadekirin ku pevçûn, li çayxaneyekî yê li hember Seraya Dadgehê yê di ser Cadeya Prof.Dr. Yusuf Azîzogluyê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, kesên ku eqrebeyên hevdû ne, dema ku ji dadgehê derketin  pêşî çayxanê rûnişt dû re  bi hevdû re pev çûn

Hat destnîşankirin ku di encama pevçûnê de 4 kes birîndar bûn. Bi xeber dayîna mirovên derdorê ji teref ekîbên tenduristîyê ve li birîndaran re midexele hat kirin.

Hat ragihandin ku Altan G. li cîhê pevçûnê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da, Îsmet G., Suleyman P. û birdîndarê dinê jî ji bona midexeleyê hatin rakirin nexweşxanê.

Hat dîyarkirin ku polês derheqê pevçûnê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)