Li gor agahîyên çapemenîya Haîtîyê, tankerekî yê mazotê ji ber sedemeke nediyar qelîbî. Di encama qelibandinê de mirovên derdorê mazota ku li ‘erdê rijîyaye kom kirin û di wê demê de teqînek pêk hat.
Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de agir li xanîyên derdorê jî ket û herî kêm 40 kes canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)