Hat hînbûn ku şewat li Kûça 887an a Taxa Uçevlerê di seat 02.00an de pêk hat.

Hat destnîşankirin ku şewat ji  ber sopeya ceyranê derket û di dema şewatê de 5 zarok û dayîkan wan di mal de bûn.

Hat ragihandin ku ji teref ekîbên îtfaîyê ve midexele li agir hat kirin, di encama midexeleyê de dayîk û zarokek hatin xelaskirin.

Hat dîyarkirin ku dayîk û zarokê ku hatine xelaskirin ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Kanunî Siltan Suleyman. (ÎLKHA)