Qeza li 25emîn kîlometreya Rêbeja Amasya-Çorumê li mewqîya Goxoyukê qewimî. Otobusa rêwiyan a ji Îzmîrê diçû Tokatê ji ber barana zêde qeza kir.

Li gor tespîtên ewil di qezaya ku derdora seat 07.00an pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li herêmê (ÎLKHA)