Bikarhêneranan di medyaya civakî de bi etîketa “MuratOvucBajaraEshabîyanQirêjNeke” reaksîyonên xwe nişan dan û li ser medyaya civakî ji bona îptalkirina bernamê bang kirin.
Navenda delalîyê di Whatsappê de rewşekî belav kir û di rewşê de weha got: “Temamê xelqê Dîyarbekir dawetî vê bernameyê ye” ku bikarhênerên medyaya civakî jî qeyda vê rewşê girtin û bal kişandin ku Dîyarbekirê ku bajara Eshabîyan û Pêxemberan ew ê li ber vê pîsîtîyê bêdeng nemîne.
Ji teref kesên bikarhêner ve hat daxuyandin ku bername hatîye îptalkirin lê dîsa jî rewş di whatsapê de heye.
Navenda delalîyê paşê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de got ku, Murat Ovunc ji ber mijê ew ê neyê Dîyarbekir, ji ber vê yekê ew ê neyê bernamê jî. (ÎLKHA)