Tevgerên berxwedanê piştî civîna xwe ya asayî ya li Xezzeyê di daxuyaniya xwe de daxwaz kirin ku navbeynkar berpirsyariyên xwe demildest bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin;"Dirêjkirin û astengkirina vê xebatê dibe ku bibe sedema geşedanên ku rejîma îşxalker a siyonîst naxwaze."

Tevgerên berxwedanê destnîşan kirin ku ji bo xwedîderketina li prensîb û mafên xwe yên neteweyî, ew ê li ser berxwedanê weke bijardeyeke stratejîk berdewam bin.

Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser çalakiyên dawî yên li herêma Şerîa Rojava û hate destnîşankirin ku berdewamkirina van çalakiyan wê zemînê di bin lingên dagirkeran de bike mîna parçeyeke peringa agir. (ÎLKHA)