Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê de hat ragihandin ku helîkoptereke Mi17 a artêşê li herêma Er-Rufaî ya bajarê Meysanê ji ber arizayekê daketine bi lez kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema daketinê de 2 kesên ku di helîkopterê de bûn bi sivikî birîndar bûn û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)