Bûyer li herêma Songho Gareya Malîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çeteyên çekdar êrîş birin li ser otobuseke ku diçû fuarê û otobusê şewitandin. Di encama êrîşê de 33 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Hat hînbûn ji 11 kesên birîndar rewşa 4 kesan giran e.(ÎLKHA)