Di vê hejmara Kovara Kelhaamedê de bal hatin kişandin li ser ‘urf û ‘adetên û kevneşopiyên ku her qewm pê tên nasîn û nivîskarên kovarê di vê bergehê de lêkolînan kirin û balan kişandin li ser mijarê.

Di sernivîsa kovarê de derheqê vê hejmarê de cî hat dayîn van agahîyan:

Xwendevanên hêja!

Her qewm bir ‘urf û ‘adetên xwe, bi kevneşopiyên xwe tê naskirin. Bi taybet­mendiyên xwe di nav qewmên din de xuya dibe, xwe nîşan dide. Qewm û milletên din jî bi van riyan wan nasdikin.

Taybetmendiya herî mezin ji bo qewmekî helbet ziman e. Bes di gel ziman kevneşopî neyên muhafezekirin felişandina wî qewmî li serê rê ye. Ji teref qewmên xêrnexwaz ve, ji aliyê çand û ‘urf û ‘adet û komelayetî ve wê were dagirkirin; keda wî wê were mijandin, zengîniyên wî wê were revandin û talankirin, tuxmê koletiyê wê were avêtin di nav wan de û neslên dahatû bi rihê koletiyê wê mezin bibin.

Di vê hejmara xwe de em jî li ser vê mijarê sekinîn. ‘Urf, ‘adet, kevneşopî, taybetmendî. Bi komelayetî insan di bin tesîra hinik fitlonek û bûyerên girîng de dimînin. Yek ji van tesîran jî Dînê Îslamê ye. Em ji xwendin û zanayên dîrokê fêm dikin ku, piştî Kurdan Dînê Îslamê qebûl kirin û pê ve kevneşopî û taybetmendiyên xwe jî hineka guhertine, hinekan jî îslah kirine.

Di vî derbarî de me bi Dr. ‘Ebdullah Xurşîdê komelnas û serokê başa Komela­yetî li Zankoya Salahaddîn re hevpeyvîn kir. Mamsota di wir de destnîşan kir ku kevneşopiyên Kurdan bi qebûlkirina Dînê Îslamê gihaştine kemala xwe, terikandina wan û teqlîdkirina hinik ‘adetên nû zirarê dide Kurdayetiyê, Kurdan ji hedefên wan dûr dixe.

Sernivîsa me jî di jiyana nûjen de ajotina kevneşopî û urf û ‘adetên me gerandiye mijar, aliyên menfî û musbet nirixandiye.

Di vê hejmara me de mamsota Heciyê Pîranê bi munacatekê beşdarî nav nivîs­karên me bûye. Mustafa Tûran, bi geşt û ziyareteke bi bal tirba Şêx Ehmedê Xanî ve li ser fêmkirina wî sekiniye. Şerîf Emîn, kevn û nû mişextî û koçberîyên Kurdan nivîsandiye, bala xwendevanan kişandiye bi ser xalên girîng ve.

Ji zana û edebiyatnasên me Mela Ehmedê Êrsî û Mela Remezanê ‘Ebbasi ji alî kesayeta ‘ilmî, komelayetî û edebî ve me di vê hejmara xwe de daye naskirin.

Ji bo cehd û xebatên wan em xêrxwazî û malavahiyê pêşkêşî hemî nivîskarên xwe dikin. Em hêvî dikin ku xwendevanên me jî ji van xebatan baş îstîfade bikin. Rebbê ‘Alemê me hemiyan di riya Xwe de muweffeq bike.

Keremkin em bi hev re bixwînin…”

 

  1. Di kovarê de kî derheqê çi de nivîsand?
  2. Reçeta Kurdan - ‘Erebî / M. ‘Ebdussamed HILMÎ
  3. Mela Remezanê ‘Ebbasî / Tehsîn Îbrahîm DOSKÎ
  4. Mela Ehmedê Êrsî / ‘Ebdulbaqî BOTÎ
  5. Were Delalê / M. Salîh AKAY
  6. De’we İslum / Mehmet TAMAÇ
  7. Bîst û Yek / Fethullah YALÇIN
  8. Bi Dr. ‘Ebdullah Xurşîd ‘Ebdullah re Hevpeyvîn
  9. Qıcanê Adıri Xorti Ma/ Yusuf Arifoğlu
  10. Xayin / Abdussamet BAYŞU
  11. Tarixê Pali / Muhammet ORMAN
  12. Ela Ey Dilbera Nazik
  13. Gelîyên Zîlan / Mehmet BARAN
  14. Bavêmin / Muhammed GÊRACAFERÎ
  15. Çend Xatirayên Bav û Kalên Min / Emîn BURAN,
  16. Dersa Me: Zimanê Kurdî / Fatîh ŞÊXDODÎ
  17. Hat girêdan ev dilê me / ‘Elîyê Êzdarî
  18. Nûbihar / Mehdi Yalçın
  19. Bajârê Nasruddewle, Meyyafarqîn / Se’îd HÊVÎDAR
  20. Mijê Avêt Serê Kûpan/ ŞAWIRÎ
  21. Mişextî û Koçberîyên Kurdan / Şerîf Emîn
  22. Dê Kengî Bi Dawî Bibin / Ehmedê Torî
  23. Ji Rehma Te Ye Ya Îlahî / Ezîz MEZRAQENTERÎ
  24. Hafiz û Belek û Keçel / Hilmî BEG
  25. Reçeta Kurdan - Latînî / M. ‘Ebdussamed HILMÎ