Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh êvarî du êrîşên cuda li Pêşmergeyan hat kirin. Di êrîşa ewil a ku li nêzî gundê Xidirceyê hat kirin de 7 Pêşmerge canê xwe ji dest dan û di êrîşa din a ku hat kirin de jî 2 jê Pêşmerge û yek jê kesekî sîwîl 3 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)