Qeza doh êvarî derdora seat 22.00yan de li ser rêya Kandirayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 41 RR 510 a ku ajokarê wê Ahmet M. bû li TIRa bi plaqeya 41 AIK 568 a ku li kêleke rê sekinîbû qelibî.

Di encama qezayê de 3 xortên bi navê Ahmet. M., Sevban T.S. û Emîrxan T. Canê xwe ji xwe dan.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)