Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de derheqê destheqê kêmtirîn de nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Reqemeke ku di 4 hezar TLyan de ye ne mimkûn e malbat îdareya mala xwe pê bikin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, çavê 7 milyon karkerên ku bi destheqê kêmtirîn dixebitin li benda netîceya ku dê ji hevdîtinên destheqê kêmtirîn derkeveye û dû re wiha li nirxandinê hat zêdekirin: “Divê malbat karibin bi destheqê kêmtirîn îdareya mala xwe bikin. Reqemeke ku di 4 hezar TLyan de ye ne mimkûn e malbat îdareya mala xwe pê bikin. Di vî warî de du wezîfeyên muhîm ên hikûmetê hene: ji nû ve navlêkirina destheqê kêmtirîn û ya din jî ji bavê muafkirina destheqê kêmtirîn e. Danasîna mewcûd a destheqê kêmtirîn ne adil e. Di danasîna fermî de malbata ku karker mecbûr e lê mêze bike nehatiye hesibandin. Ji ber têgihiştina dewleta civakî divê karker ji zehmetîyên îqtîsadî re neyê qurbankirin.”(ÎLKHA)