Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa DAIŞê ya li ser hêzên Pêşmerge de belav kir û wiha got: “Nûçeya şehîdbûna hejmarek Pêşmergeyên qehreman ên şeva borî li sînorê Kuleco, ku di dema hewarçûna hevçeperên xwe de şehîdbûn, ez gelekî xemgîn kirim. Hevxemiya xwe digehînim malbat û kesûkarên şehîdan û daxwazê ji xwedayê mezin dikim ruhê wan bi beheştê şad bike û hêviya selametiya lez ji bo birîndaran dixwazim.”(ÎLKHA)