Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kêşvanê bi plaqa 27 AFH 209 ê ku şofêrê wî hê nehatîye hînbûn, li minibûsa rêwîyên ku li kêleka rê sekinîbû xist.
Di encama li hev qelibînê de her du erebe jî gindirîn şerampolê. Di encama qezayê de zarok jî di nav de 14 kes birîndar bûn.
Hat hînbûn ku mirovên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin nexweşxaneyan û derheqê qezayê de tehqîqat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)