Di peyama Wezaretê de weha hat gotin, “Xebera şewata aramxaneya ku di 22yê Mijdara sala 2021yan de li bajara Varnayê ya Bulgarîstanê û  di şewata otobûsê ya ku di 23yê Mijdara 2021yan de li bajara Pernîka Bulgarîstanê pêk hatibûn û di encama wan qezayan de mirovên ku mirine û mirovên ku birîndar bûne ji terefê me ve bi mehzûntî hatîye hînbûn.

Ji ber van hedîseyên bi keder, em ji malbatên mirovên ku mirine re, ji hikûmeta Bulgarîstanê û Makedonyaya Bakur re û ji xelqên wan re sersaxîya xwe, ji bona birîndaran re jî daxwazîya şîfayên xwe dişînin.”  (ÎLKHA)