Di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û Çekyayê hat kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Çekyayê di warên aborî, kulturî û akademîk de hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Iraqê hat kirin û her du aliyan hêvî xwastin ku encamên hilbijartinan bibe sebeba guhertinên baş li Iraqê û bicîhatina aramî û daxwaziyên xelkê.(ÎLKHA)