UNICEF destnîşan kir ji 14 milyon zarokên ku bi kêmxwarinê re rûbirû mane milyonek zarok ketine sînora mirinê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber xizanî û betaliya li welêt zarok neçar man di karên cuda de bixebitin û bi hezaran zarok jî di bin xetereya nexweşiya sorikê de ne.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî  ragihand ku li Efxanîstanê hejmara kesên ku bi kêmbûna xwarinê re rû bi rû ne herî kêm 18,8 mîlyon e û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya salê ev hejmar derkeve 22,8 mîlyonî.

Piştî ku Talîbanê rêveberiya welat girt dest, alîkariya navneteweyî ya ji bo Afganîstanê qediya.(ÎLKHA)