Di daxuyaniya nivîskî ya Polîsê Hollandayê de hat ragihandin ku çalakvanan di xwepêşandana li dijî qedexeyên Covid-19ê yên li Rotterdamê de fîşekên hewayî bikar anîne û agir pêxistin.

Hat ragihandin ku di bûyeran de herî kêm wesayîteke polîsan hatiye şewitandin, wesayîtên din ên polîsan jî xisar dîtine. Hat ragihandin ku herî kêm 2 kes birîndar bûne û 51 kes jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)