Li gorî medyaya herêmî, ji ber barana zêde li eyaleta Andhra Pradesha li başûrê Hindistanê lehî rabû, di encama lehîyê de herî kêm 15 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî winda bûne.

Hat ragihandin ku lehî  li wargehên bi navê Chittoor, Kadapa, Kurnool û Anantapurê  tesîra xwe êde dike.

Li gorî nûçeyên medyayê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo dîtina kesên winda didomin. (ÎLKHA)