Li parêzgeha Hurmuzgana Îranê li pey du hev erdhej çêbûn. Hêza erdheja ewil a ku li gor saeta herêmî di saet 15:36an da pêk hat bi lerza 6,4an hat qeydkirin. Deqeyek piştî vê erdhejê saet 15:37’an  li heman herêmê erdhejeke din a bi mezinahiya 6,3’an pêk hat.

Piştî erdheja ku li parêzgeh û navçeyên derdorê hat hîskirin gel daket kolanan. Ji ber erdhejê hin xanî xera bûn. Hat destnîşankirin ku ji ber erdhejê li herêmê elektrîk jî qut bûye. Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku ji ber ewra tozê ya ku ji çiyayên derket gel tirsîya.

Medyaya Îranê diyar kir ku di erdhejê de heta niha 2 kes mirine, 17 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane ew e ku ketiye binê stûna ceyranê ya ku ji ber erdhejê wergeriyaye. (ÎLKHA)