Korn diyar kir ku di êrîşê de li gorî agahiyên destpêkê 20 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku li herêmê di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan a li nêzî madena zêr de gelek leşker birîndar bûne û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Di rojên derbasbûyî de li herêmên nêzî Nîjer û Malî êrîşên çekdarî pêk hatin û 7 polîs hatin kuştin. Rayedar DAIŞ’ê bi êrîşê sûcdar dikin. (ÎLKHA)