Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropî-Spî (EMSC) ragihand ku li başûrê welêt erdhejeke bi hêza 6,3yan pêk hat.

Navenda erdheja ku li gor saeta herêmî saet 15:37an pêk hat 59 kîlometre dûrî bajarê Bandar Abbasê bû.

Erdhej 10 kîlometre di bin erdê de hat tomarkirin.

Heta niha nayê zanîn ji ber erdhejê ziyanên canî yan madî çêbûne yan  na.(ÎLKHA)