Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Konsulê Giştî yê Îtalya yê nû kir û hêviya xwe anî ziman ku di erkê xwe de serkeftî be û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de pêş bixe.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê jî bal kişand ser girîngiya bihêzbûna pêwendiyên welatê wî ligel Herêma Kurdistanê û amadebûna Îtalyayê ji bo berfirehkirina hevkarî û hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.(ÎLKHA)