Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Bangledeşê di dema hilbijartinên mehelî de di navbera terefdarên du partîyan de pevçûn derket. Di encama pevçûnên ku derketin de herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûn.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bangledeşê bûyerên ku pêk hatin şermezar kir û banga arambûn û îtîdalê li terefan kir.(ÎLKHA)