Lijneyeke HUDA PARê ya ku di nav de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Karên Civakî Abdullah Aslan, Serokê Bajara Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk, Serokê Navçeya Qoserê yê HUDA PARê Abdullah Kavan û çend parêzer û endezyar jî hebûn pêkve li Qoserê bi cotkaran re hevdîtin kirin û derd û kûlên wan ên di warê ceyranê de guhdar kirin.
“Bi talîmata Serokê me yê Giştî bi lez komîsyonek hat sazkirin”
Aslan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicoglu piştî ku li herêmê ziyaretan kir re destnîşan kir, problema ceyranê li Mêrdînê bûye problemeke mezin. Aslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo problemên heyî yên di warê ceyranê de bi şikleke hûrgilî bên tespîtkirin bi talîmata Serokê me yê Giştî bi lez komîsyonek hat sazkirin û komîsyon bi lez û bez hat herêma Mêrdînê. Ev bû 3 roj ku komîsyon li sehayê lêkolînan dike û bi cotkaran re hevdîtinan dike. Mexdûrîyeyên ku sedema wan ceyran in hene. Ji ber vê yekê teref rûbirû dîmînin û ev yek dibe sedema rageşîyê.”
“Armanca me ew ê ku mesele baş bê famkirin û problema heyî bê derxistin holê”
Aslan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew vê meseleyê pişt guh nakin, ji bo mesele û problem bên çareserkirin ew ê xebatên xwe bidomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanca me ew ê ku mesele baş bê famkirin û problema heyî bê derxistin holê. Bi rastî jî li herêmê xelq mexdûr dibe. Di dema lêkolînan de me dît ku heqê fatûrayan pir zêde tê.Bi gotineke din cotkarê me dema ku fatûraya vê mehê radizîne hema di piştî heftîyekê fatûreyeke din tê. Ji ber vê yekê mexdûrîyet pêk tên. Divê ev mesele bê çareserkirin. Em ê di vî warî de raportekê amade bikin. Lewra him kêmasîyên şîrketa ceyranê hene û him jî heqê ceyranê pir zêde ye.Em ê van şert û mercan pêkve binirxînin û raporê bi raya giştî re parve bikin.”(ÎLKHA)