Yapicioglu di zîyaretê de ji Zengîn û malbata wî re hest û ramanên xwe û keyfxeşîya xwe anî zimên.

Yapicioglu piştî zîyareta Zengîn re ji Rihayê çû Batmanê. Li Batmanê jî beşdarê tazîya malbata Gûney bû û li vir ji malbatê re daxwazîya sebrê kir.

Yapicioglu piştî zîyareta Batmanê jî derbasî Dîyarbekir bû û li Dîyarbekirê beşdarê tazîya Şêx Muhammed Tahur bû.

Şêx Muhammed Tahurê ku alim û rîspîyekî herêmê bû û berî vê çend rojan rehmet kiribû. Wexta Yapicioglu û heyeta partîyê beşdarê tazîyê bûn; birayê merhûm, Şex Fatîhê Şorşibî wan pêşwazî kir.

Yapicioglu di beşdarê tezîyê de ji malbata Şorşibî re daxwazîya sebrê kir. (ÎLKHA)