Di sala 1990î de xwedîderketina li de’wa Îslamê bi xwe re hinek xetereyan jî dianî, wê demê weka dema eshabîyan bû ku tarîx dubare dibû, misilmanên ku li herêmê heyata xwe didomandin îmtîhaneke gelek giran didan.

Wê demê li alîyekî zilma PKKêya  li ser xelqê hebû, li alîyeke dinê jî zilma dewletê hebû, ji misilmanan re heqê heyatê nedidan. Misilmanên herêmê ew qas zilm, te’dayî, îşkence û tengasîyê dikişandin dîsa jî ji heyeta xwe yên Îslamê bernedidan û roj bi roj ji bona de’wa Îslamê şehîdek didan.

Di gel her zor û zehmetîyan , şiûra Îslamê pêl bi pêl belav dibû. Misilmanên ku her xetereyan dabûn ber çavên xwe, ne jîyana Îslamê ne jî ji de’wetkirina însanan a li Îslamê tu car bi paşda gav nedavêtin. Li her cîhî de’wa Îslamê ji însanan re dihat vegotin ku ehlê kufrê tev bûbûn yek û êrîşî Milsimanan dikirin û ew şehîd dikirin. Yek ji wan Mislimanên ku di wan êrîşan de hat şehîdkirin Şehîd Abdulqadir Selçuk e ku di salvegera şehadeta wî de malbata wî derheqê wî de axivî.

Sabîha Selçuka dîya Şehîd Abdulqadîr di axavtina xwe de behsa kurê xwe kir, Sabîha destnîşan kir ku şehîd, di biçûktîya xwe de mesûlîyetên xwe bi cîh dianî, di wan rojên tinebûnîyê de jî qet ji tunebûnîyê şikayet nedikir û  çi xwarin hatiba berê dixwar.

Sabîha Selçuk îfade kir ku şehîd her dem ji malbata xwe re nesîhetê dikir, bi mirovên derdorê xwe re jî herdem bi keyfxweşî eleqeder dibû.

Mehmet Selçukê birê şehîd jî derheqê şehîd de destnîşan kir, şehîd di sala 1972yan de li Dîyarbekir hat cîhanê û mekteba xwe heta lîseyê jî li taxa xwe xwand, şehîd berya de’wa Îslamê jî bi cisaret bû.

“Ez ji weazên kekê xwe tesîrdar bûm û di vê rê de em bihevre meşîyan”

Mehmet Selçuk di berdewama axavtina xwe de weha got,“Şehîd di dema lîseyê de xwendekarekî ji lîsayê nas kir û bûn dost û heval. Ev hevalê wî di de’wa Îslamê de xebatê dikir û şehîd bi wesîla wî hevalê xwe dest bi nimêjê kiribû. Ji ber hîsên xudbînî pê re tinebû, dixwest ku bila malbata wî jî xwe xelas bike. Di weazên xwe da qala hebûna rêyekî  dikir ku ev rê jî rêya Xwedê bû. Ez jî ji weazên wî tesîrdar bûm û di vê rê de em bi hev re meşîyan.”

“Xêrên ku dikir tu car qîma xwe pê nedianî, ji bona ku xêrên zêdetir bike xebatê dikir”

Selçuk îfade kir ku wexta ku şehîd dev ji heyata xwe yê cahilî berda û dest bi nimêjê kir, di heyata wî de gelek guhartin çêbû. Selçuk dû re li axavtina xwe weha zêde kir, “ Gotina ‘Tobeya Nasûh’ heye. Min bi çavên serên xwe  vê şikla towbê di şexsê wî de dît û ez gelek pê tesîrdar bûbûm. Tesîrekî wisa dabû min ku temamê bedana min di bin tesîra wî de ma.  Weaz û mihebbetên kekê min ew qas samîmî bûn, wexta ku bi me re xeber dida ne mimkin bû ku mirov jê tesîrdar nebe. Samîmîyet û dilxweşîya wî, ji qedr û qiymeta ku dida emelê salih dihat. Xêrên ku dikir tu car qîma xwe pê nedianî, ji bona ku xêrên zêdetir bike xebatê dikir.Wexta ku lazimatî hebûna xwe digihîşand însanan û alîkarîyê ji wan re dikir. Şehîd ji bona ku mal ,can û xortîtîya xwe ji de’wa Xwedê re feda bike xwe amade dikir. Şehadetê jî ji dil û can ji Xwedê dixwast.”

“Bi wê şehadeta ku ji dil û can dixwast gihaşt Rebbê xwe”

Mehmet Selçuk qala dema şehadeta Abdulqadir Selçuk jî kir û weha axivî, “Di roja 9ê Mijdarê sala 1993yan de şehîd bû. Dema ku ew û hevalên wî di malekî de rûdiniştin şehîd derketîye derve, bi êrîşa yekî an jî bi êrîşkirina çend mirovan şehîd bû. Em difikirin ku di şehadeta wî de pêçîyên gelek kesan heye. Kî bûbe sebeba şehadeta wî, em ji dilê şewitandî nifiran li wan dikin. Em gelek xemgîn in lê bi şehîdbûna wî jî keyfxweş in.”