Li gorî agahîyên ku hatin wergirtin li navçeya Gebzeya Kocaelîyê serwîsa xwendekaran qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 25 kes birîndar bûn.

Qeza li navçeya Gebzeya Kocaelîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa ku 22 xwendekarên lîseyê tê de bûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn gindirî çem. Di encama qezayê de 25 kes birîndar bûn. Hat hînbûn ji van birîndar 2 jê xwendekar tevde 3 kes mirin.(ÎLKHA)