Mizgeftên li Fransayê ku bi êrîşên li dijî Îslam û Mislimanan hatin rojevê, careke din li rastî êrîşan hatin.

Li welatê ku êrîşên li dijî Mislimanan zêde dibin, dijminatiya Îslamê ji aliyê dewletê ve tê kirin, îbadetxaneyên Mislimanan rastî êrîşan tên, tên girtin û qedexekirin.

Vê carê jî li bajarên Montlebon, Pontarlier û Roubaix ên welêt êrîşî mizgeftan hatin kirin. Dijminên Îslamê li ser dîwarên mizgeftan xaç xêz kirin û nivîsên li dijî Îslamê nivîsandin.

Yekitiya Karên Diyanetê ya Tirk-Îslamê (DÎTÎB) bertek nîşanî êrîşan da.

Di daxuyaniya ku ji teref DÎTÎBê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Em êrîşa hovane ya li ser mizgeftên me yên ku malên aştî û aramiyê ne, şermezar dikin. Li dijî kiryarên ku zirarê dide aramiya welat û hişmendiyê em banga yekîtiyê dikin.” (ÎLKHA)