Di daxuyaniya Tora Meydana Ewlekariyê ya Hikûmeta Iraqê de hat ragihandin ku mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê rastî êrîşa "droneyeke çekdar" hatiye û tiştek bi Serokwezîr  nehatiye û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ez baş im, li gel malbata xwe me. Ez bang li her kesî dikim ku arambin."(ÎLKHA)