Tê diyarkirin ku Serokkomarê Portekîzê Marcelo Rebelo De Sousa piştî şêwirîna bi serokên partiyên siyasî re roja hilbijartinên pêşwext eşkere bike.

Bûdçeya sala 2022'an a ku hikûmetê pêşkêş kiribû di 27'ê Cotmehê de li meclîsê hatibû redkirin. Li welatê ku Partiya Sosyalîst hikumeta hindikahiyê ye, Bloka Çep û Partiya Komunîst a ku ji derve piştgirî dida hikûmetê, bi hinceta ku hin sozên ku dane raya giştî pêk nehatin, piştgirî nedan butçeyê. (ÎLKHA)