Dijminatîya Fransayê ya li hember Îslamê!
HUDA PAR di nirxandina xwe de derheqê dijminantîya Fransayê ya li hember Îslamê û qirarên girtina mizgeft û komelan de weha got: “Li Fransaya ku bûye wekî navenda dijmintîya Îslamê qirar hatîye dayîn, heta dawîya salê 7 mizgeft û komele bêne girtin. Heta niha 21 mizgeft hatine girtin, 36 hezar kesê biyanî bi sebeb û tometên sexte ji welat hatin dersînorkirin. Vîya jî nîşan dide ku dijmintîya li hember Îslamê tê kirin, bûye polîtîqaya dewletê. Em vê dijminantîya ku li hember Îslamê hatîye dest pê kirin bi tundî şermezan dikin. Misilman li Fransayê û li welatên Ewropayê gelek zilm û te’dayîyê dibînin, armanca wan ew e ku bi destê rayedarên Îslamê ji Ewropayê derxînin. Lê dewletên Îslamê li hember vê zor û zilmîtîyê nebûne yek û dengê xwe ji zilmê re dernexistine, ji bona çareserîyê tiştek jî nekirine.Çend rojên berê ji bona bertekdayîna êrîşkirina li pêxember ‘Heyeta Destekkirin û Parastina Pêxemberê Me Hz Muhammed a Neteweyî’ ava bû. Ev heyet a bi îmzeya 50 alîman ava bûye, ji bona me umîdek da. Lazim e ku misilmanên cîhanê alîkarî bidin vê heyetê. Ev yekîtî ji bona ummetê bibe wesîla xêrê û em daxwaz dikin ku ev heyet bila bigîhîje qewetekî da ku alîkarî û qewetê bide misilmanan.”
“Rejîma îşxalker STKyan dike nava ‘lîsteya terorê’ û bi vê yekê dixwaze ku fealîyetên wan kêm bike”
HUDA PAR derheqê rejîma îşxalker a ku STKyên li Filistînê dike nav listeya terorê de jî daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de weha got:“Sîyonîstê îşxalker roj bi roj zilma xwe zêde dike, ji teref rejima îşxalker ve hatibû daxuyankirin ku 6 STKyên ku li Ramallahê alîkarîya însanî dikin kir nav ‘lîsteya terorê’. Ji xwe ji berê de rejîma îşxalker ev kesên ku alîkarîya îqtîsadî didan van STKyan tehdîd dikir. Rejîma îşxalker bi vê qirarê dengê STKyan qut kir û alîkarîya ku dê bigihêje Filîstînîyan jî asteng kir. Ger kesek li lîsteya terorê bê zêdekirin ew jî ji rejima îşxalker pêve ne tu kes e. Ew kesên ku malên Filîstînîyan xira dikin, sebî û pîrekan dikûjin, ne ev STK ne, ew ê ku van tiştan dike rejima îşxalker e.
Ji ber vê yekê zilm û zordestîya rejima îşxalker dewam dike, rejima îşxalker li rojhilata Qudsê Daristana Yusufîyê xira dike û di cîhê wî de parqekî ku navê wê dê Tevrat bê dayîn, ava dike. Ji ber vê xirakirinê Filîstînîyên ku berxwedanê didan jî an birîndar bûn an jî esîr bûn. Li daristanê; mezelên eshabîyan, mezelên leşkerên ku ji Urdin û Iraqê ji bona berxwedanê hatine û li vê şehîd bûne jî heye. Mezela ku di bin dîwara Eqsayê de ye tê xirakirin, xirakirina wî nayê qebûlkirin. Lazim e ku ji vê îşxalkera ku cîh û warê misilmanan xira dike, wahşetek xeddar li ser misilmanan dike, were sekinandin. Wexta dema berê Tirkîye û Urdin vê daristanê tamîrkiribûn, lazim e ku Tirkîye, Urdin û dewletên dinê, pêwîst e ji vê zilmê re asteng bibin.”
“Ji bo ku kesên bi destheqê kêmtirîn dixebitin bi rehetî karibin îdareya xwe bikin divê di vî warî de guhartin bê kirin”
Di nirxandinê de derheqê zamên van rojên dawî de jî bal hat kişandin li ser mexdûrîyetan û weha hat gotin, “Di meha Cotmehê de hat ragihandin ku ji bona malbetekî ku nifûsa wê 4 heb be sînora birçîbûnîyê 3 hezar 93 TL ye, sînora feqîrîyê jî 10 hezar 76 TL ye. Vê qrîzê, li qeweta standinê ya xelqê gelek tesîr kir. Şertên heyatê gelek zor bûne. Nîqaşa bêkarîyê û ne’ecibandina kar jî ji rojevê qet nakeve. Li gora rayedaran û kardaran mirovên ku ji bêkarîyê şîkayeta xwe dikin ne ji tinebûna kar e, ji ber ne’ecibandinê bêkar e. Heta ji teref hinek kardaran ve tê ragihandin ku ji ber ne’ecibandina mirovan ew hilberînê kêm kirine. Tengasîya peydakirina tinebûnîya hosteyan, rewşekî têkildarê kêmasîyê di prosesa perwerdayîya meslekîve ye. Lê bêkarîyê bi îzahkirina ne’ecibandina kar ne tiştekî rast e. Kardar, bi polîtîqaya karkerê hindik, meaşê hindik dişopîne û ji ber vê yekê meaşê herî kêm destheqê kêmtirîn e. Karkerên ku li Tirkîyê dişuxulin hema hema nîvê nifûsê bi desheqê kêmtirîn dixebitin. Halbûkî ev derece li Ewropayê ji sedî 1 an jî ji sedî 10 e.
Li Tirkîyê vê destheqê kêmtirîm têra mirovan nake, lê însan ji ber bêçarîyê bi vê meaşê an jî bi vê meaşê kêmtirîn dixebite. Van paketên teşwîqê jî feyda wî ji karkeran re tuneye, feyda wî ji kardaran re heye. Wexta ku destheqê kêmtirîn tê dîyarkirin jî li îdareya karkeran nay dîqetkirin, li mesrefê kardaran tê dîqetkirin. Îdara însanan ne xema kesî ye. Lê bi vê yekê rewş ku wisa ye hem bêkarî çêdibe, hem jî karker nayê dîtin. Ji bo ku kesên bi destheqê kêmtirîn dixebitin bi rehetî karibin îdareya xwe bikin divê di vî warî de guhartin bê kirin.” (ÎLKHA)