Serokê Komeleya Heyva Sor a Iraqê Yasîn El Memûrî kurteyek li ser kar û çalakiyên komeleyê û projeyên wan ên hevbeş ên ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêşkêş kir.

Yasîn El Memûrî pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji ber mêvandariya bi sed hezaran aware û penaberên ji pêkhateyên cuda cuda.

Herwiha di hevdîtinê li ser rewşa kampên aware û penaberan û girîngiya hevkariya wan ji aliyê hikûmeta federalî û civaka navdewletî û zemînxweşkirina ji bo vegera awareyan bi daxwaza xwe bo cih û warên xwe, gotûbêj hat kirin.(ÎLKHA)