Di daxuyanîya ku ji teref walîtîyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku koçberên bêdestûr ku 51 jê ji Afganîstanê û 13 jê welatiyê Pakîstanê ne dê teslîmî Navenda Şandinê ya Wanê bikin. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 6 şofêrên wesayîtan ên ku wek organîzator hatin tespîtkirin bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ji bo karên edlî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Li Bedlîsê 64 koçber û 6 qaçaxçiyên koçberan hatin girtin
Hat ragihandin ku di 2 mînîbus û 4 maşîneyên ku li ser rêya Rîcleka li ser Rêbeja Bedlîs-Diyarbekirê hatin rawestandin de 64 koçber hatin girtin û 6 qaçaxçiyên koçberan hatin binçavkirin.
02.11.2021 09:05:28 / Xeberen Kurdi