Burhan derheqê tiştên ku dê di rojên pêşî de bêne çêkirin agahî da medya ya Rûsyayê.

Burhan ragihand ku,  “Herî dereng di nav hefteyekî de dê serokwezîrek û Dîwan a Serdestîyê bê tayîn kirin.”

Burhan , derheqê meselê de weha got, “Daxwazîya min e ku tayîn kirin di nav çend rojan de û dê di nav hefteyekî de bê kirin.”

Artêşa Sûdanê roja Sêşemê, Serokwezîr Ebdullah Hamduk û hinek Wezîran binçav kiribû û dest danî bû ser birêveberîyê.

Piştî derbeyê xelq derketin kolanan û ji ber vê yekê birêveberîya leşkerî li seranserê Welat rewşa awarte îlan kir. (ÎLKHA)