Ji teref Fermendarîya Ewlehîya Beravê ve hat destnîşankirin, li navçeya Marmarîsa Muxlayê 21 heb û li ser Parqa  Milî ya navçeya Kuşadasi 22 heb koçber hatin xelaskirin.

Hat destnîşankirin ku koçberên hatine xelaskirin ji teref Yunanîstanê ve hatine avêtin nav behra alîyê behra Tirkîyê.

Koçberên ku hatine xelaskirin ji bona werin şandin welatê xwe hatin şandin Îdareya Koçê ya Bajêr.(ÎLKHA)