Xwepêşandêrên ku li bajarên girîng ên welêt gelek rê ji trafîkê re girtin, di nava rojê de xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê pev çûn. Ji ber bûyerên ku di çalakiyên protestoyî yên ji duh ve dewam dikin de 8 polês birîndar bûn û 37 xwepêşander jî hatin binçavkirin. Hêzên polîs û artêşê yên ku li derdora Qesra Serokomariyê tedbîrên tund girtin, duh jî bi ava şid û gaza îsotê bersiv dan xwepêşanderên ku xwestin benda ewlehiyê hilweşînin.
Zêdebûna bihayê sotemeniyê li welêt bû sedema berteka gelek sendîkayan, bi taybetî nûnerên herêmî û xwepêşandanên ku ev demeke didomin. (ÎLKHA)