Fransaya bi êrîşên xwe yên ku li misilmanan ve û mizgeftan dike tê bîran, bi beheneya “parastina radîqaltîyê” mizgeftan digire.
Wezîrê Hindir ê Fransayê Gerald Darmaîn di axavtina xwe da derheqê mizgefteke ku duh li bajara Allonsê yê bi qerara “radîqaltîyê” hatibû girtin de dilxweşîya xwe anî ziman û di axavtina xwe da destnîşankir ku heta dawîya salê ewê 7 mizgeftêndin jî bên girtin.
Darmaîn îfade kir ku 21 heb mizgeft bi sebeba parastina “Îslama radîqal” hatin girtin û hesabên banqayê yên rêveberên mizgeftan jî hat desteserkirin.
Li Fransayê bi destê dewletê êrîş li misilmanan tên kirin û ev êrîş jî roj bi roj zêdetir dibin, ji teref dewleta Fransayê ve cîhê îbadeta misilmanan û nîşaneyên Îslamê jî tên qedexekirin. (ÎLKHA)