Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne. Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Mikdadiyê. Derbarê kuştî û birîndarên sivîl an jî hêzên ewlekariyê de agahî nehat bidestxistin.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê li gundê navborî hêzên ewlehiyê hatin sewqkirin. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî êrîş şermezar kir. (ÎLKHA)