Qeza li Yenîkoya 15emîn kîlometreya Rêbeja Balıkesir-Bursayê pêk hat.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, 18 wesayîtên ku ji ber ava bacanan a ku ji qamyonê bi plaqeya 10 AGD 046 herikîbû ser rê, li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di qezaya zincîrê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên herî nêz. (ÎLKHA)