Bûyer li Taxa Kişlayê li ser Kolana PTTê pêk hatç
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Wêranşarê Nure Dîkçeya 5 salî dema ku hewl dida derbasî wî alîyê rê bibe di bin wesayîta bi zirx de ma.
Nureya ku wesayîta bi zirx lê da giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê.
Kêlîya bûyerê ji teref kamerayên ewlehîyê ve hatin qeydkirin.Di qeydan tê dîtin ku piştî ku wesayîtê li zaroka 5 salî da re kesên derdorê diçin bi alîkarîya wê.
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, ew ê bibin şopînerê bûyerê.(ÎLKHA)