Ji teref  Serdozgerîyê Komarîya Îzmîrê ve, ji bona kesên ku di medyaya civakî de derheqê PKK/KCKê de propaxandayê rêxistinîyê dikin tehqîqat hat destpêkirin.

Di bergeha tehqîqatê de derheqê 20 kesên şikdar de qirarê binçavîyê hat dayîn.

Ji 20 kesên şikdar 17 kes hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin di nav kesên ku hatine binçavkirin de serokê navçeya HDPê yê Torbali û Karabaxlarê jî hene.  (ÎLKHA)