Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 4 milyon û 914 hezar û 336 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 241 milyon û 485 hezar û 698 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 744 hezar kesan.(ÎLKHA)