Di encama qezaya ku pêk hat de 13 kes canê xwe ji dest dan, 37 kes jî bi saxitî hatin xelaskirin.
Hat ragihandin ku otobûsa ku 51 rêwî tê de bûn ket nav çema Hutuoyê. Tê diyarkirin heta niha 50 kes ji çem hatine derxistin ku ji 50 kesên ku hatine derxistin tevde 13 kes mirine.
Hat daxuyankirin ku ji bona kesên winda bên dîtin xebatên lêgerînê dewam dike.
Di berdewama daxuyanîyê de hat gotin ku şofêrê otobisê hat binçavkirin û derheqê qezayê de tehqîqat dewam dike. (ÎLKHA)