Hat diyarkirin ku komên sûcên organîze yên hevrik bi çekên giran pevçûn û di dawiya pevçûna ku bi saetan dom kir de bi dehan çete birîndar bûn. Rêxistina sûcdar a herî bihêz a Meksîkayê, Jalisco, ji bo kontrolkirina herêmê bi kartelê Sinaloa û komên din re şer dike.
Ji sala 2006an vir ve di encama şer û pevçûnên ku di navbera çeteyan de derdikevin de heta niha zêdetirî 300 hezar kes mirin. (ÎLKHA)