Qeza li nêzî gundê Çatagıla navçeya Seferîhîsarê rû da. Li gorî agahiyên ewil ên hatin bidestxistin, mînîbusa ku şagirtên dibistana seretayî tê de bûn ji ber sedemeke nediyar qeza kir.

Li gor agahiyên ewil di qezayê de 4 jê xwendekar 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Afyonkarahîsarê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)