Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd diyar kir ku di dema nimêja înê de li dijî mizgefta navçeya Seyîd Abada li Kunduzê êrîşa bombeyî pêk hatiye.

Mucahîd diyar kir ku di êrîşê da mirî û birîndar hene, Mucahid got ku hêzên Talîbanê xwe gihandin herêmê û derbarê êrîşê da lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)