Qeza li herêma De Kalb a eyaleta Georgia çêbû. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de derketine, balafireke biçûk a Cessna-210 ji ber sedemeke nediyar ketiye.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku balafir di dema daketinê de wergeriyaye û agir pê ketiye. Hat îfadekirin ku di balafirê de 4 kes hebûn û tu kes xelas nebû. (ÎLKHA)