Erdheja bi mezinahiya 5,9 li gorî demjimêra herêmî 03:01 li nêzî bajarê Kettaya Pakistanê qewimî.

Li gorî agahiyên destpêkê, di erdhejê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku piştî erdhejê herî kêm 100 xanîyên kerpîç wêran bûne, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. (ÎLKHA)