Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê Giştî yê Hingaryayê yê nû li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê de jê re xwast.

Konsulê Giştî yê Hingaryayê destnîşan kir, welatê wî bi rêz û pêzanîn ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda ên Herêma Kurdistanê dinirxîne. Daxwaza Hingarya ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di ware weberhênan û bazirganiyê de.(ÎLKHA)